Journal article

Tehlîla Nehcu’l-Enama Mela Xelîlê Sêrtî

Abstract

Mela Xelîlê Sêrtî bi eslê xwe ji navçeya Hîzanê ya ku girêdayî bi Bedlîsê va  ye. Lê ji bo ku çûye li bajarê Sêrtê bi cîh bûye bi vî bajarî hatiye naskirin. Ew  kesayetek naskiriye û bi dehan berhemên wî yên îlmî hene û wî tesîrek mezin  li ser medreseyên Kurdan kiriye. Ne tenê di warê dînî da berhem nivîsandine  di warê edebî da jî xwedan berhemên qedirblind e. Berhemên wî ne tenê bi  Erebî ne, bi zimanê Kurdî jî hene. Ji berhemên wî yên Kûrdî yek jî Nehcul’l-  Enam e. Mela Xelîl ev berhema xwe bi awayekî menzûm û ji bona zarokên  ku teze dest bi medresê dikin û ji bona gel nivîsandiye. Bi gelemperî mijarên  wê mijarên seretayî ne û mijar bi awayekî herikbar hatine hûnandin. Di vê  gotarê da ji aliyê şikil, ziman û naverokê va tehlîla berhema Mela Xelîlê Sêrtî  ya bi navi Nehcul’l-Enamê hatiye kirin.

Keywords

Mela Xelîlê SêrtîNehcull EnamMedreseSeydaHelbest

73 views · 16 downloads