IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
  • Volume:8 Issue:16
  • “Xwedanasî” di Berhemên Melayê Bateyî de

“Xwedanasî” di Berhemên Melayê Bateyî de

Authors : Şeyhmus ORKİN
Pages : 58-76
Doi:10.56491/buydd.1196054
View : 28 | Download : 13
Publication Date : 2022-12-25
Article Type : Research Paper
Abstract :Xweda ku carinan ji bo şairan îlah û me‘bûd e carinan jî meşûqê heqîqî ye. Bê guman mijara nasîna Xweda di piranîya berhemên Edebîyata Kasîk de mijareka sereke ye. Her şairek li gorî zanîn, qudret û hîssiyata xwe bi Xweda re di nav têkilîyê de bûye û Xweda li gorî terz û uslûba xwe terîf kirîye. Digel vê ji bo ku piranîya şairên berê hem arif û hem aşiq û hem mela ne, ji xeyrê tecrubeyên xwe yên şexsî, di mijara mahîyeta Xwedanasîyê de behsa hinek usûlan jî kirine. Di derbarê fikre merîfeta şariên Tirk û mijara Xwedaşinasîya şairên Faris de hin xebat hatine kirin. Mela Huseynê Bateyî ku mewzu edebîyata dînî be di rêza ewil a şairên Kurdan de cih digire û di nêrîna şairekî ku ev qas berhemên navdar ên edebî-dînî nivîsîye de mahîyeta Xwedanasîyê bê guman balkêş e. Di vê xebatê de xwendevan, uslûba Xwedanasîya şairên Kurdan dikare muşahede bike lewra Mela Huseynê Bateyî di terza Feqîyê Teyran de helbest nivîsîye û di vê mijarê de ew, nimûneyek hêja ye ku di derbarê çarçoveya giştî ya Xwedanasîya helbestvanên Kurdan de jî fikr dide. Mela Huseynê Bateyî ku xusûsen bi sebeba “Mewlûdê” di çaxa me de bûye meşhûrtirîn şairê Kurd lê vekolînên li ser berhemên wî hê pir kêm in û berhemên wî ji gelek alîyan ve lazim e bên vekolîn. Di vê xebatê de pêşî mijara merîfetê hatîye terîf kirin û paşê jî di berhemên Mela Huseynê Bateyî de li ser Xweda û naskirina Xweda çi agahî û delîl hebin hatine tespit kirin û tehlîl kirin. Di encamê de hatîye dîtin ku Melayê Bateyî bi zimanekî sade û zelal mijara Xwedanasîyê di çarçoveyek mexsûsî û di terza xwe de îzah kirîye.
Keywords : xwedanasî, merîfet, Melayê Bateyî

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025