IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
  • Cilt: 11 Sayı: 21
  • Avahiya Epîzotê û Vekolîna Motîfan di Çîrokan da: Wek Mînak Çîroka Gelêrî ya Kerr û Kulik...

Avahiya Epîzotê û Vekolîna Motîfan di Çîrokan da: Wek Mînak Çîroka Gelêrî ya Kerr û Kulik

Authors : Kenan Bozkurt, Medeni Ögüt
Pages : 6-22
View : 67 | Download : 33
Publication Date : 2025-06-29
Article Type : Research Paper
Abstract :Çîroka gelêrî, navê xwe ji peyva gel digire û mijara wê jî bûyerên ku di nav gel da rû dane ne. Ev bûyer ango mijar dibe ku carina evînek be, carina lehengiyek be, carina jî karesatek be. Gel, hest û ramanên xwe bi rêya vegotina devkî aniye ziman. Lewra di van çîrokên gelêrî da mirov dikare hemû hêman û motîfên çand û nasnameya wî gelî bibîne. Li ser analîz û sinifandina/polînkirina kirina çîrok û çîrokên gelêrî da çend metodên/rêbazên sereke hene. Di nav wan metodan da ya herî bi nav û girîn ya Stith Thompson e. Metoda Thompson, li ser motîfê di çîroka da heye hatîye avakirin. Li gor Thompson, motîf di çîrokan da her çijqas hêmana herî piçûk be jî xwedî qabiliyeta domdariyê ye. Armanca vê xebatê ew e ku ji mînaka çîrokeke gelêrî ya bi navê Ker û Kulik a ku ji devê çîrokbêj Abdurehman Yaşligoz hatîye tomar kirin, bastûra wê ya epîsod were destnîşankirin, motîf û hêmanên çîrokê di çarçoveya rêbaza Thompson da were vekolan. Di vê xebatê da, bastûra epîsodê ya vê çîrokê hat vekolan û gelek motîfên girîng hatin tespîtkirin. Hat dîtin ku bastûra epîsod a vê çîrokê bi çîrokên klasîk yên gelêrî ra paralel e û çîroka Ker û Kulik ji hêla motîfan ve gelek dewlemend e û gelek motîfên di çîroka Ker û Kulik da hevparê çandên din ên cîhanê ne. Ev yek jî ji ber ku dewlemendiya çîroka gelêrî ya Kurdî nîşan dide pir girîng e.
Keywords : Ker û Kulik hikâyesi, halk hikâyesi, epizot yapısı, motif.

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026