Journal article

Xalîd Begê Ehmed Paşayê Baban

Abstract

Dîroka kesayetî û mîrên Babaniyan hîn jî ne pir zelal e. Bi taybetî piştî hilweşîna mîrektiyê, hin ji emîr û kesayetiyên Babanê ber bi bajar û herêmên din ên Osmanî ve hatin koçberkirin û hin ji wan di dewleta Osmanî de meqamên bilind wergirtin. Yek ji van kesan, kurê Ehmed Paşayê Baban, Xelîl Xalid Beg (1840-1902) bû. Ew karbidestekî Dewleta Osmanî û rêveberekî serkeftî bû. Ev gotar li ser jiyan û hewlên wî di warê rêveberiyê de, bi taybetî di bin ronahiya belgeyên Osmanî de, disekine. Lêbelê, bi rêya pirtûkek taybet ku bi zimanê Erebî li ser wî hatiye nivîsandin, ew rol û navûdengê wî di cîhana Erebî de bi giştî û bi taybetî jî li parêzgeha Beyrûtê ronî dike. Bo cara yekem, gotar gelek aliyên ev kesayetiya Baban eşkere dike, ku hemî dikarin bibin beşek ji kifşkirina jiyana mîrên Baban û malbatên wan.

Keywords

Halil Halid BegBabanOsmanlı BelgeleriBeyrutSüleymaniye

54 views · 24 downloads