Journal article

Ji Alîyê Rastîya Zarokan ve Vekolandina Metinên Vegêranê yên di Pirtûka Dersa Kurmancî ya Pola 5an da

Abstract

Armanca vê vekolînê, metinên vegêranê yên ku di pirtûka dersa kurmancî ya pola 5an da cih digirin ji alîyê ‘rastîya zarokan’ ve vekolandin e. Li gor vê armancê lihevhatina metinên vegêranê yên vê pirtûkê li jer-hêmanên rastîya zarokan ên bi navê xweza, pêdivî, bergeh, hewes û gerdûna ziman û fehma zarokan ve hatîye vekolandin. Ev vekolîn li gor yek ji çeşna rêbaza vekolîna çawanî (qualitative research methods) ya bi navê analîza dokumentan (document analysis) ve hatîye çêkirin. Materyala vê vekolînê ji metinên vegêranê yên di pirtûka dersa kurmancî ya pola 5an ya ku ji alîyê Wezareta Perwerdeya Neteweyî ve hatîye weşandin pêk tên. Daneyên ku hatine bidestxistin bi analîza teswîrî (descriptive analysis) ve hatine analîzkirin û bi daneyên jimarî ve hatine îfadekirin. Paşê ew bi tabloyan ve hatine pêşkêşkirin û şîrovekirin. Di dawîya vê vekolînê da rêjeya lihevhatina metinên vegêranê yên pirtûka dersa “Kurdî Kurmacî 5” li rastîya zarokan ji sedî 47 derketîye. Ev encama ku hatîye bidestxistin, nîşan dide ku rêjeya lihevhatina metinên vegêranê yên di pirtûka dersa kurmancî ya pola 5an da li rastîya zarokan di hin metinan da kêm mayê û di hin metinan da zêde ye lê belê di piranîya metinan da di rêjeyeke navîn da maye. Ev xal jî nîşan dide ku metinên vegêranê yên di pirtûka dersa kurmancî ya pola 5an da cih digrin yekser li gor rastîya zarokan nehatine amadekirin.

Keywords

Çocuk gerçekliği5. sınıf Kurmanci ders kitaplarıhikâye edici metinler

130 views · 43 downloads