- Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi
- Cilt: 11 Sayı: 21
- VI. Sempozyûma Kurdiyatê ya Navneteweyî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî ya Çandî
VI. Sempozyûma Kurdiyatê ya Navneteweyî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û Mîrasa Wî ya Çandî
Authors : Mehmet Yıldırımçakar
Pages : 93-107
View : 89 | Download : 39
Publication Date : 2025-06-29
Article Type : Other Papers
Abstract :Destpêka sedsala 20. ji bo modernîzma kurdî serdemeke giring e û rewşenbîrên kurdan ji bo modernîzma kurdî hewl dane. Stenbol jî navenda vê hewla modernîzmê ye. Kurdan jî wekî neteweyên din ên Osmanî bi rojnamegerî û kovargariyê di nava vê modernîsazyonê de cijhê xwe girtine, di kovar û rojnameyan de berhemên edebî jî weşandine. Vê yekê jî kiriye ku rewşenbîriya kurdî li Stenbolê ava bibe û xebatên xwe bi rê ve bibe. Gelek rewşenbîrên kurdan pêşengiya vî karî kirine. Yek ji wan rewşenbîran jî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî ye ku têkilî bi van xebatan û rewşenbîran re daniye, di nava van xebatan de cih girtiye. Wekî kesayetekî siyasî, ilmî û edebî mohra xwe li vê serdemê daye û pêşengiya helbesta kurdî ya modern kiriye û yekem şanoya kurdî nivîsiye û weşandiye. Dema em li xebatên wî yên bi kurdî û tirkî dinêrin em dibînin ku Ebdurrehîm Rehmî Hekarî hem neteweperwerekî kurd e hem jî ummetperwer e. Ji aliyekî di kovarên Kurdî yên wekî Jîn û Kurdistan de gotar û helbestên wî yên kurdî û kurdewar weşiyane li aliyê din jî di kovarên tirkî yên wekî Sebillür-Reşad û Ehl-i Sünnetê de gotar û helbestên wî yên tirkî û îslamî weşiyane. Dîsa bi kurdî û tirkî pirtûkên dînî jî weşandine. Xebatên xwe yên îslamî piştî avabûna Komarê jî domandiye. Di vî warî de wekî kesayetekî piralî derdikeve pêş. Ji ber van sedeman Hekarî şayanê vekolînên piralî ye ji aliyê siyasî, ilmî û edebî ve. Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê, Enstîtuya Zimanên Zindî di çarçoveya Sempozyûmên Kurdiyatê de VI. Sempozyûma Kurdiyatê ya Navnetewî Ebdurrehîm Rehmî Hekarî Û Mîrasa Wî ya Çandî li dar xist. Sempozyûmê hewl da ku hemû aliyên entelektûelî yên Ebdurrehîm Rehmî Hekarî û mîrasa wî ya çandî ku li pey xwe hiştiye derêxe meydanê û binirxîne jê encaman derîne.Keywords : Abdurrehîm Rehmî Hakari, Kürtlük, Ümmetçilik, Kürtlük, Kürt Modernizmi
ORIGINAL ARTICLE URL
