IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
  • Sayı: 39
  • RENGVEDANÊN POSTMODERNÎST DI ROMANA BALINDEYÊN LI BER BÊ YA ETA NEHAYÎ DA

RENGVEDANÊN POSTMODERNÎST DI ROMANA BALINDEYÊN LI BER BÊ YA ETA NEHAYÎ DA

Authors : Ümran Altınkılıç
Pages : 372-397
Doi:10.15182/diclesosbed.1654559
View : 119 | Download : 82
Publication Date : 2025-07-07
Article Type : Research Paper
Abstract :Eta Nehayî nivîskarekê kurd e ku di roman û çîrokên xwe da cih dide mijarên kûr ên civakî û takekesî û rewşên dilêşîn ên mirovayetîyê. Berhemên Nehayîyî ne tenê ji hêla manayê ve, lê ji hêla şêweyî ve jî kûr û pirtebeqe ne. Ji vê hêlê da di berhemên wî da rêbaz û teknîkên modernîst û postmodernîst bi hev re hene. Romana nivîskarî ya bi sernavê Balindeyên li ber Bê ji vî alîyî ve romana wî ya herî pêşketî ye. Ev xebat rengvedanên postmodernîst ên di vê romanê da vedikole. Paşxaneya teorîk ya xebatê ji banhonak, mirina nivîskarî, zalîya ontolojîk û cotkodkirinê pêkhatî ye. Di romanê da vêgerekê serekî heye ku çîroka nivîskarê bi navê Mîhrebanî dinivîse. Mîhreban jî çîroka şêwekarê bi navê Ferhadî dinivîse. Di çarçoveya banhonakê da ev hokarên di astên cuda yên vegêranê da di encama jestên banhonakî tên cem hev. Herwiha pêvajoya avakirina honakê bi xwe tê tematîzekirin, mijarên teorî û rexneya edebîyatê dibin mijara romanê. Di çarçoveya ramana mirina nivîskarî da hîyerarşîya zanînê ya di navbera Mîhreban û nivîskarî wî da tê hilweşandin û zanyarî li van hokaran tê parvekirin. Herwiha ji bo nivîsîna çîroka Ferhadî, Mîhreban û nivîskarê xwe hevnivîskarîyê dikin ku ev dîyarde rexneyên li têgihîştina nivîskarê otorîter in. Di çarçoveya zalîya ontolojîk da di romanê da binyateka mise en abyme, xapandina optîk û karîgerîya çêkirina dinyaya paralel hene ku ev rehendê ontolojîk berpêş dikin. Roman bi vê têkilhevîya xwe ya teknîk bang li xwînerên pispor dike, lê di heman demê da bi çîrokên xwe yên trajîk bang li xwînerên saf jî dike ku ev taybetmendîya romanên postmodernîst ya cotkodkirinê nîşan dide.
Keywords : Eta Nehayî, Roman, Balindeyên li ber Bê, Postmodernizm, Postmodernist Yansımalar

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026