Journal article
BANDORA ZÛGOTINOK Û MAMIKAN LI SER GEŞEDANA ZAROKAN
Abstract
Zûgotinok û mamik di kevneşopiya devkî ya kurdan de xwedî cihekî giring in û di geşedana zarokan de roleke mezin dilîzin lê heya niha derbarê bandora wan a pedagojîk de kêm lêkolîn hatine kirin. Ev xebat bi rêbazeke zanistî û sîstematîk bandora zûgotinok û mamikan li ser geşedana zarokan dinirxîne. Vekolîn li ser çar qadên sereke disekine: geşedana zimanî, geşedana zihnî, geşedana civakî û geşedana hestî. Xebat ji çavkaniyên kurdî û tirkî yên akademîk sûd werdigire û wan bi awayekî berawirdî dinirxîne. Bidestxistiyên sereke nîşan didin ku zûgotinok bi rîtm û dubarebûna dengan di fêrbûna telafûzê de, mamik jî bi bikaranîna têgihên curbicur di dewlemendkirina xezîneya peyvan de bandoreke erênî dikin. Di warê zihnî de, mamik bi pirskirin û bersivdayîna xwe ya taybet, şiyana analîz û têkilîdanînê xurt dikin, zûgotinok jî bi rêya dubarekirinan hafize û jiberkirinê bi hêz dikin. Di warê civakî de, ev berhem bi rêya lîstik û pêşbaziyan dibin alîkar ku zarok hînî danûstandin û hevkariyê bibin. Her wiha zûgotinok û mamik di veguhastina nirxên çandî de jî dibin pira navbera nifşan.
Keywords
312 views · 328 downloads
