Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan
Authors : Kenan SUBAŞI
Pages : 198-201
View : 16 | Download : 5
Publication Date : 2017-02-02
Article Type : Other Papers
Abstract :Qebûleke giştî ye ku afirandin û çêbûna tiştan di nav têkiliyeke sedem û encamê de pêk tê. Yanî her tişt sedemeke wê heye ku çê dibe û encameke wê heye ku dirûv digire û dibe xwedî tesîr li gorî erka xwe. Li gorî vê qebûlê têkiliya bajar, dewlet û edebiyatê an jî li gorî rêzeke din dewlet, bajar û edebiyatê, dibin sedem û encamên hev. Her çiqas di serî de têkiliya bajar û dewletê şêlû be jî piştî avabûna bajardewletan dixuye ku sîstema dewletê li ser bajaran ava bûye û ji bo qaîmbûn û bihêzbûna xwe jî her ku çûye dewletê an jî bi gotineke din desthilatê bajar bi hêz kirine, mezin kirine û gihandine asta herî bilind ku jê şaristanî ava bûne. Di vê çarçoveyê de xebata bi navê “Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan” a ku ji teza lisansa bilind a mamosteyê Zanîngeha Artukluyê, Zülküf Ergün pêk hatiye, li ser têkiliya bajar, dewlet û edebiyatê xwîner derdixîne geryaneke kurdî, mêjûyî, efsûnî û edebî.Keywords : Bajar Edebiyat û Cizîra Botan, Zülküf ERGÜN
ORIGINAL ARTICLE URL
