- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:2 Issue:2
- ÎMAJA ERMENIYAN DI ROMANÊN KURDÎ YÊN SOVYETÊ DE
ÎMAJA ERMENIYAN DI ROMANÊN KURDÎ YÊN SOVYETÊ DE
Authors : Rojxun@hotmailcom Rojxun@hotmailcom
Pages : 49-70
View : 14 | Download : 6
Publication Date : 2017-08-21
Article Type : Research Paper
Abstract :Di çêbûna îmaja ermenî de, rola koça girseyî ya kurdan a ber bi Ermenîstanê ve û destkeftiyên kurdan ên li Ermenîstanê gelek e. Di rojên man û nemanê de kurd ji welatê xwe reviyan û xwe sipartin welatê ermeniyan. Li wir bi saya polîtîkayên Yekîtiya Sovyetan, di qadên cuda de derfet û mafên girîng bi dest xistin. Bi karîgeriya van faktorên sereke ermenî, di romanên kurdî yên Sovyetê de bi awayekî erênî, baş û îdealîzekirî derketine pêş. Karakterên ermenî, ji gelek aliyan ve yên weke kesayet, xwendin, pêşketin, xîret, şoreşgerî weke nimûneyên îdeal hatine nimandin. Civaka ermenî jî weke civakeke pêşketî û şareze di van romanan de xuya dibe. Ermenî, bipiranî di perspektîfa têkiliyên kurd û ermeniyan de ketine rojeva van berheman. Helwesta dewleta tirk, di çawaniya têkiliyên kurd û ermeniyan de weke hêzeke diyarker cihê xwe girtiye. Ev têkilî, ligel têkiliyên her du neteweyan ên bi tirkan re bi awayekî baş û îdealîzekirî hatine temsîlkirin. Dîroka têkiliyên kurd û ermeniyan ên di van romanan, di dawiya sedsala 19an dest pê dike û heta roja nivîsîna berheman berdewam e. Felaketa ermenî bi awayekî spesîfîk nebe jî di nava mijara van romanan de ji xwe re cih dîtiye.Keywords : Ermenîstan, Polîtîkayên Yekîtiya Sovyetan, Îmaja Ermenî, Romanên kurdî yên Sovyetê, Têkiliyên kurd û ermeniyan
ORIGINAL ARTICLE URL
