- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:3 Issue:1
- Taybetîyên Lehengên Tradîsyonel dî Vegotina Kurdî de
Taybetîyên Lehengên Tradîsyonel dî Vegotina Kurdî de
Authors : İbrahim Tarduş
Pages : 57-76
View : 13 | Download : 4
Publication Date : 2018-02-26
Article Type : Research Paper
Abstract :Gelo vegotinên ku bi salan e di nav civata kurdan de tên vegêran û kodên civakî dihewînin xwedî lehengên çawa ne, lehengên wan ji kîjan aliyan ve dişibine hev û ji kîjan aliyan ve ji hev cuda dibin, taybetiyên tîpîk ên lehengên wan çi ne? Ji bo ku em bikaribin bersiva van pirsan bidin û her wiha binyada lehengên tradîsyonel ên kurdî derxin holê, me di vê lêkolînê de hewl da ku li gorî rêbaza Lord Raglan a bi navê “The Hero of Tradition”ê insert ignore into journalissuearticles values(Lehengê Tradîsyonel); lehengên tradîsyonel ên vegotinên kurdî dahûrînin û taybetiyên wan ên hevpar biselimînin. Ji bo vê jî em di serî de bi giştî li ser hin teoriyên lehangan û bi taybetî jî li ser teoriya Raglan rawestiyan û derbarê lehengan de me agahî dan. Dûvre me vegotinên kurdî li gorî rêbaza Raglan dahûrandin û herî dawî jî li gorî xwendin û selimandinên xwe ji bo lehengên tradisyonel ên Kurdî taybetiyên sereke pêşniyaz kirin.Dahûrîna me li ser van heşt leheng/vegotinên belav e: Xanê Çengzêrîn, Zembîlfiroş, Memê Alan, Ferxik, Cembelî, Dewrêşê Evdî, Kulik û Siyabend.Keywords : Leheng, tradîsyon, Lord Raglan, vegotin
ORIGINAL ARTICLE URL
