IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • The Journal of Mesopotamian Studies
  • Volume:4 Issue:1
  • Evdirrehîm Rehmî Hekkarî û Berhemên Wî Yên Ji Bo Biçûk, Ciwan û Jinan

Evdirrehîm Rehmî Hekkarî û Berhemên Wî Yên Ji Bo Biçûk, Ciwan û Jinan

Authors : Ayhan TEK
Pages : 51-71
View : 19 | Download : 3
Publication Date : 2019-02-21
Article Type : Research Paper
Abstract :Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, wek nivîskar û rewşenbîrekî tesîreke mezin li edebiyata Kurdî kiriye. Wî di gelek kovar û rojnameyên wek Jîn , Serbestî û Ehli Sünnet ê de nivîs belav kirine. Ligel wê hêbetek kitêb jî li paş xwe hêlane. Rehmî Hekkarî zêdetir bi helbestên xwe yên Kurdî -yên ku di Jîn ê de belav bûne- û nivîsên xwe yên Ehli Sünnet ê de weşiyane dihête nasîn. Lê ji ber ku berhemên wî hemû negeheştine ber destê xwendevanan gelek aliyên wî yên dî nehatîne zanîn. Ji wan yek a girîng ku em jî dê di vê gotarê de behsê jê bikin, nivîskariya wî ya derbarê zarok, ciwan û jinan de ye. Rehmî Hekkarî hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî, gelek berhem ji bo biçûkan nivîsîne ku di nav wan de yên rasterast bo zarokên xwe nivîsîne gelek balkêş in. Lewra wî ji bo her çar zarokên xwe bi navê wan, çar berhemên cuda nivîsîne. Ji bilî wan, du berhemên dî yên Tirkî hene ku dîsa ji bo biçûkan nivîsîne. Dîsa hem di kovara Jîn ê de hem jî di Gaziya Welat-1 ê de wî bang li zarokan kiriye. Helbet tabloyên kêşana lêkerên Kurdî ku bi kovara Jîn ê ji bo zarok û ciwanên Kurd hatine belavkirin jî di tarîxa edebiyata Kurdî de ciheke girîng digirit. Bi vî şiklî ew aliyên taybet yên Evdirrehîm Rehmî Hekkarî zêde nahên nasîn, em jî dê di vê gotarê de hewl bidin ku wan pêşkêş bikin da ew nivîskar zêdetir bête nasîn. Lê ji ber ku naverok û mijarên wan berheman berfireh in em dê di vê gotarê de tenê behsa berhemên Rehmî Hekkarî yên Kurdî bikin.
Keywords : Evdirrehîm Rehmî Hekkarî, Rewşenbîrî, Edebiyata Zarokan, Ciwan

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026