IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • The Journal of Mesopotamian Studies
  • Volume:4 Issue:2
  • PÎVANÊN EXLAQÊ LÊKOLÎNÊ

PÎVANÊN EXLAQÊ LÊKOLÎNÊ

Authors : Muzaffer SHERİFİ, Bakhtyar Shabani WURKİ
Pages : 321-334
View : 12 | Download : 4
Publication Date : 2019-08-30
Article Type : Other Papers
Abstract :Lêkolînên li zanîngehan, bi dahênan û rexneyên xwe yên di warê zanîn û teknolojiyê de, nîşaneya livandina guherînên civakî û neqşên jiyanî yên di qedera civakên beşerî de ne. Li gorî vê, wisa tê hêvîkirin ku lêkolîner, divê xebatên zanistî yên biqîmet derxînin holê da ku hem tesîrê li başkirina qedera civakê bikin û hem jî civaka zanistê bikaribe ji bo pêşketina zanînê, li ser hîmên wan lêkolîneran bingehekê ava bike. Di vê navberê de, di encam û weşandina lêkolînê de, tevgerîna li gorî rêbaz û reftarên exlaqî, yek ji pêkarên sereke ya bawerîpêanîna van xebatan e. Di lêkolînê de bi zanîn an nezanîn, girîngnedîtina pîvanên exlaqî, dibe sedema kêmasiya zanistîbûna wê xebata lêkolînî û her wiha pirsgirêkan di ber rêya dahênana zanistê de çêdike. Her çiqas di nêrîna yekem de, reftarên exlaqî yên di lêkolînan de bi şexs, wijdan û baweriya mirovî re têkildar be jî dîsa heke mirov pîvana exlaqê lêkolîn û perwerdeyê binivîse û di navbera lêkolîner û civata akademî/zanîngehî de belav bike, dibe ku ji bo pêşketin û tevgereke exlaqî ya di warê lêkolînê de, bibe bingehek.             Ji ber vê yekê, wezareta zanist, lêkolîn û teknolojiyê bi armanca parastina meqam û navê xwe, li jêr bi kurtî hin hîm û esasan di bin van sernavan de nîşan daye: selamet û ewlehî, pinhaniya beşdaran, tevgerîna li gorî hiqûqa madî û manewî ya lêkolîner û beşdaran, rêzgirtina li rêbaza exlaqê ya zanistê û azadiyên zanistî yên lêkolîneran, pêşîgirtina kêmxistin û piçûkxistina îtibara netewî û navnetewî, bawerîpêanîna lêkolînê û lêkolîneran, belavkirina raftarên têkildar bi lêkolînê re û bi ser de belavkirina encama lêkolînên qedirgiran, têkoşîna ji bo nîşandan û belavkirina pîvanên exlaqê lêkolînê û her wiha.
Keywords : Pîvan, Exlaq, Lêkolîn

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026