- The Journal of Mesopotamian Studies
- Special Issue - Zazaca ve Zazalar; Edebiyat, Kültür ve Dil Special Issue
- Edebîyata Zazakî ya Klasîk: Di Peywenda Dîyalektên Edebî yên Kurdî û Edebîyatên Îslamî de Edebîyatek...
Edebîyata Zazakî ya Klasîk: Di Peywenda Dîyalektên Edebî yên Kurdî û Edebîyatên Îslamî de Edebîyateke Klasîk ya Derengmayî û Cihê Wê di Nav Klasîzma Edebî de
Authors : Abdurrahman ADAK
Pages : 1-32
Doi:10.35859/jms.2020.816871
View : 14 | Download : 4
Publication Date : 2020-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Mijara vê gotarê analîza qonaxên tarîxa edebîyata Zazakî ya klasîk û nirxê wê yê edebî ye. Edebîyata Zazakî ya klasîk ku di serdema mîrektîyên Zazayan de derfeta avabûnê nedîtîye, di dawîya sedsala XIXem de bi destê Melayê Xasî li Hezana Liceyê û Osman Es’ed Efendîyo Babij li Sêwregê ava bûye û geşedana xwe jî di sedsala XXem de di sêgoşeya Dîyarbekir-Xarpêt-Bîngolê de bi dest xistîye. Lêbelê ji ber ku edebîyata Zazakî ya klasîk di tevahîya seyra xwe ya tarîxî de ji desthilatdarîyeke ku hîmayeya wê bike mehrûm maye û di serdemeke wisa de derketîye meydanê ku li şûna edebîyata klasîk edebîyata modern hatîye cîbicîkirin wesfê sereke yê vê edebîyatê bûye “edebîyateke derengmayî”. Di binemaya xwe de edebîyata Zazakî ya klasîk bi rêya perwerdeya di medreseyên bizava Xalidîtîyê de û bi naskirina edebîyata Kurmancî ya klasîk derketiye meydanê û pêş ketîye. Loma jêdera sereke ya edebîyata Zazakî ya klasîk edebîyata Kurmancî ye ku di nav dîyalektên dî yên Kurdî de jî pêwendîyên bi vî rengî hene. Derengmayîna edebîyata Zazakî ya klasîk ji alîyê hunera edebîyatê û klasîzma Îslamî ve tibabek kêmasî bi xwe re anîbin ji, ji ber ku vê edebiyatê ev 124 sal in hebûnek bexşi ziman û edebîyata Zazakî kirîye nirxekî xwe yê pir bilind heye. Di encamê de edebîyata Zazakî ya klasîk wek dîyalekteke edebî ya Kurdî û şaxek ji edebîyatên Îslamî di nav cîhana edebî de rola xwe dilîze.Keywords : Klasik Zaza Edebiyatı, Gecikmiş edebiyat, Beylikler dönemi, Halidilik, Klasizm
ORIGINAL ARTICLE URL
