- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:6 Issue:1
- Bandora Fuzûlî li ser Pertew Begê Hekkarî: Mînaka Xezela “Her Nebit Ya Reb”
Bandora Fuzûlî li ser Pertew Begê Hekkarî: Mînaka Xezela “Her Nebit Ya Reb”
Authors : M Zana KARAK
Pages : 97-127
Doi:10.35859/jms.2021.829141
View : 13 | Download : 8
Publication Date : 2021-03-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Di edebîyata klasîk a Îslamî de wergerên menzûm jî parçeyek ji kevneşopîya çanda edebîyatê ne. Gava em bala xwe didin edebîyata Kurdî ya klasîk em dibînin ku di vê edebîyatê de jî ev kevneşopî heye. Di vê xebatê de di çarçoveya edebîyata berawirdî de li ser mijarê hatiye rawestan û bi vî awayî analîz û nirxandin hatine kirin. Di vê xebatê de li ser xezela ku paşserwaya wê \`Her Nebit Ya Reb\` e û di dîwana Pertew Begê Hekkarî de cî girtiye, bi berfirehî hatiye sekinandin. Xezel ji heft malikan pêk tê û bi eslê xwe ne ji alîyê Pertew, lê ji alîyê Fuzûlî û bi Azerîkî hatiye nivîsîn. Ya ku Pertew li vir kiriye ne şerh e ne jî nezîre ye. Ji ber ku ev wergereke wê ya Kurdîya Kurmancî bû, me ew ji întîhalê nehesiband û di çarçoveya kevneşopîyê de me ew weke wergereke edebî nirxand. Pertew di wergera vê xezelê de heta ji dest hatiye ji metnê re sadiq maye û nebûye sedema tehrîfata xezelê. Ev xezel mîna ya resen insert ignore into journalissuearticles values(ya Azerî); wergerandiye Kurdîya Kurmancî û ji ber ku ji hêla serwa, paşserwa û kêşa erûzê mîna ya resen e, wergerek şareza û hunerane derketiye holê. Di edebîyatên klasîk de helbestkaran ji bo hunermendîya xwe nîşan bidin mînakên bi vî rengî dane. Pertew jî ji bo hunermendîya xwe bide xuyakirin; ev xezel bi awayekî xweş, bi uslûbeke hunerî ew kiriye malê Kurdîya Kurmancî jî. Di vê xebatê de ev xezel ji alîyê rûxsarî û naverokê ve hatiye berawirdkirin û xezel ji hêla întihal, şerh, nazîre û ji hêla werger, huner û uslûbê ve hatiye analîzkirin. Di encamê de jî bandora Fuzûlî ya li ser Pertew li ber çavan hatiye raxistin.Keywords : Fuzûlî, Pertew Beg, Klasik edebiyat, Karşılaştırmalı edebiyat, İntihal, Çeviri
ORIGINAL ARTICLE URL
