Lêkolînek li Ser Komên Xwendinê yên Kurdî
Authors : İlyas SUVAĞCİ
Pages : 61-79
Doi:10.35859/jms.2021.831033
View : 18 | Download : 7
Publication Date : 2021-03-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Wekî çalakîyeka takekesî, rewşenbîrî û pêkveyî komên xwendinê bandoreka girîng li ser edebîyatê dikin. Di çend salên dawî da di nav demeka kurt da gelek komên xwendinê yên Kurdî hatine damezirandin. Ji van koman çend nivîskar derketin, her wiha wan çend kovar jî derxistin. Lewma çalakîyên van koman rêyeka nû ya girîng li ber edebîyata Kurdî vekir. Ji ber ku komên xwendinê nivîskaran di şêwirên xwe da dikin mêvan, pirtûkan dikirin têkilîyên wan ligel nivîskar û weşanxaneyan jî hene. Lewma me jî di vê lêkolîna xwe da ligel 24 komên xwendinê, 7 nivîskar û helbestkar û 9 weşanxaneyan hevpeyvînên nivîskî kirin. Me li gor dîtina van her sê alîyan behsa; têkilîyên wan bi hevdu ra, awayê birêxistinbûna komên xwendinê, cureyên edebî yên herî zêde tên xwendin, rexneyên wan yên li ser pirtûkan, kêmasî, xetereyên li pêşîya wan û siberoja wan kir. Me dît ku komên xwendinê yên Kurdî kêm yan jî zêde bandorek li ser firotina pirtûkan kirine. Girêdayî rewşa Kurdan ya sîyasî hejmara wan zêde yan jî kêm bûne, xebatên wan geş bûne yan jî sekinîne.Keywords : Kürtçe Okuma Grupları, Kürt Yazarlar, Kitap Okuma, Kürt Yayınevleri
ORIGINAL ARTICLE URL
