Di Çarçoveya Devokên Kurdîya Kurmancî de Analîza Dengên Rhotic
Authors : Mehmet Yonat
Pages : 1-19
Doi:10.55106/kurdiname.1656389
View : 44 | Download : 36
Publication Date : 2025-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Dengên rhotic /r/ di nav zimanan de yek grubeke ji grubên dengan e ku herî zêde cudahîyan nîşan dide. Ev gruba dengên rhotic ji hêla taybetîya derketina dengî ve dikare bibe trill, tap/flap û approximant. Di kurdîya kurmancî de dengên rhotic li gor devokan guherîn nîşan didin. Di hin devokan de dibe ku dengê rhotic di derdora întervokalîk û di dawî de bikeve û dîsa di hin devokan de jî di derdora întervokaîk û di dawî de di şûna dengê rhotîc yê tap/flap de dengê rhotîc yê approximant bê bikaranîn. Di lîteraturê de li ser cudahîya dengên rhotic yên trill û tap/flap yên kurdîya kurmancî qismen xebat hene. Lê taybetîyên bihîstbarî (acoustic) yên dengên rhotic di kurdîya kurmancî de hêj nehatine kişfkirin. Dîsa dengê rhotic yê approximant ku di hin devokan de heye hêj di lîteraturê de cih negirtîye. Aramnca vê xebatê di kurdîya kurmancî de di çarçoveya varyasyonan de kişfkirina dengên rhotic û analîzkirina van dengan ji hêla fonolojîya bihîstbarî ve ye. Datayên xebatê ji axêverên jin û mêr ji bajarên Muş, Hekarî û Şirnex hatine standin. Dengên hatine qeytkirin bi bernameya komputerê ya dengan ya bi navê Praatê hatine analîzkirin. Ev analîz di çarçoveya pîvandina formantan û nîşandana spektograman ve hatine kirin. Cudahîya di navbera dengên rhotic yên trill, tap/flap û approximant de hatine kişfkirin. Di vê xebatê de hatiye ispatkirin ku dengên rhotic yên approximant di devokeke kurdîya kurmancî de heye û wekî derdor întervokalîk û di dawîyê kîte û bêjeyan de tê bikaranîn. Ev xebat hem ji bo fonolojî hem jî ji bo dîalektolojîya kurdîya kurmancî girîng e. Dîsa, ev xebat girîng e lewra cara ewil ji hêla fonolojîya bihistbarî ve xebatek li ser dengên kurdîya kurmancî tê kirin.Keywords : akustik analiz, Kurmanci Kürtçesi, rhotic sesler, approximant, Praat
ORIGINAL ARTICLE URL
