IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Kurdiyat
  • Issue:8
  • Şopa Feqîyê Teyran di Edebîyata Tesewufî de

Şopa Feqîyê Teyran di Edebîyata Tesewufî de

Authors : Ayhan Yildiz
Pages : 7-30
Doi:10.55118/kurdiyat.1329084
View : 167 | Download : 115
Publication Date : 2023-12-20
Article Type : Research Paper
Abstract :Mijara vê xebatê hêla tesewufî ya Feqîyê Teyran e. Vî şairê klasîk ê edebîyata kurdî ku bi berhemên xwe yên di terza edebîyata gel a tesewufî de bala lêkolînerên tarîxa tesewufa Îslamî û dîroka edebîyatê kêşeya, di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurdî de cîyê xwe negirtîye. Çexera wî ya edebî ya di edebîyata kurmancî de û alîyê wî yê tesewufî yê di dîroka tesewufa Îslamî de hêjayî lêkolînê bû. Wî çawa ku qonaxeke nû bi navê "edebîyata tesewufî ya gel a kurmancî” li edebîyata kurdî zêde kirîye, karîgerîyek li ser edîbên edebîyata klasîk a kurmancî yên pey xwe jî kirîye û ev karîgerîya wî ya edebî-tesewufî li ser şairên mîna Melayê Bateyî, Bekir Begê Erizî, Axaokê Bêdarî, Feqî Reşîdê Hekarî, Şêx Ehmedê Feqîr, Şêx Nûredînê Birîfkanî û Elîyê Findikî bi zelalî xuya dike. Lewre divê ku di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurdî de bi vê bizavê binbeşeke nû ji vê bizava wî re bihê vekirin û di dîroka edebîyata tesewufî ya Îslamî de, li kêleka şairên edebîyata tesewufî ya gel a îslamî Yunus Emre û Kaygusuz Abdal ji Feqî re jî cih bihê veqetandin. Ji ber van egeran ev lêkolîn, bi armanca ku van alîyên wî yên cîyawaz bi zelalî dîyar bike dereket rê. Îddîaya vê lêkolînê ew bû ku cîyê Feqî, di qonaxên dîrokî yên edebîyata îslamî ya kurdî û tevgerên tesewufî yên îslamî de cîyekî xweser e. Lewre vê xebatê, ji teknîkên rêbaza kalîtatîf bi lêhûrbûna ser berhemên wî, xebatên ku berê li ser jîyan, berhem û kesayetîya wî ya edebî hatine kirin û bi teknîka hevdîtina digel çavkanîyên hevdem bi kar anî. Bi vî awayî gihaşt wan vedîtin û wê encamê ku Feqî bi terzê zimanê berhemên xwe, bi riwangeha xwe ya edebî û tesewufî ji şairên Kurmanc ên berî xwe cîyawaz e, çexereke nû di qonaxên dîrokî yên edebîyata kurmancî de vekirîye.
Keywords : Edebiyat Tarihi, Tasavvuf Edebiyatı, Halk Edebiyatı, Nutuk, Feqîyê Teyran

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026