- Kurdiyat
- Issue:10
- Mecîdê Hemgulî: Jiyan, Dengbêjî û Bernivîsandina Destana Mihemed Emîn (Leyla û Mecrûn)
Mecîdê Hemgulî: Jiyan, Dengbêjî û Bernivîsandina Destana Mihemed Emîn (Leyla û Mecrûn)
Authors : Sevim Hatun Sürücü
Pages : 41-65
Doi:10.55118/kurdiyat.1555489
View : 94 | Download : 84
Publication Date : 2024-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Dengbêj Mecîdê Hemgulî li herêma Efrînê (Çiyayê Kurmênc) navdar e. Di nav çanda dengbêjiyê da, li cem dengbêjên hoste yên wekî Evdê Şerê û Hesen Nazî ku li herêma Çiyayê Kurmênc navdar in gihaye û ji gelek dengbêjên serdema xwe yên wekî Cemîl Horo, Elî Tico û Bavê Selah ra hevaltî û hostetî kiriye. Berhemên wî ji sala 1990î heta sala 2002yê bi awayekî professional tên qeydkirin. Lê di lîteratûra nivîskî da derbarê jiyan û berhemên wî da xebat tunene. Armanca vê xebatê ev e ku dengbêj Mecîdê Hemgulî bide nasîn û li ser dengbêjîya wî raweste. Ji bo lêkolîn û tesbîtkirina jiyan, dengbêjî, berhem û meseleya qeydkirina kilamên Hemgulî, bi xizm û nêznasê wî ra pêwendî hat danîn. Peyra, pirsên hevpeyvînê hatin amadekirin û hevpeyvîn hatin kirin. Herî dawî daneyên hevpeyvînan hatin nivîsandin û analîzkirin. Di encama analîzan da ewil biyografîya Hemgulî hat nivîsandin. Peyra di bin sernavê dengbêjiya Hemgulî da mijarên wekî peywenda hoste-şagirt, gotina jixweber, kilam û mekanên îcrayê hatin vekolan. Herwiha, beşeke biçûk ji bo hevdunasîna Hemgulî û tembûrvan Wehîd Xelîl hat veqetandin û behsa meseleya qeydkirina kilaman hat kirin. Di çarçoveya xebatê da destana Mihemed Emîn hat bernivîsandin, behsa varyantên wê yên devkî û nivîskî hat kirin û kurteya destanê hat dayin. Metna destanê jî li gorî xisûsiyetên zimanê herêma Efrînê û uslûba vegêr hat bernivîsandin û wekî pêvekê hat dayin. Peyvên erebî, tirkî û herêmî di jêrenotan da hatin ravekirin. Di encamê da eşkere bû ku Hemgulî di nav çanda dengbêjiyê ya Efrînê da navekî giring e, bi saya bîra wî ya xurt pirberhemên qedîm gihane îro.Keywords : Dengbêjlik, Dengbêj, Afrin, Mecîd Hemgulî, Mihemed Emîn Destanı
ORIGINAL ARTICLE URL
