Danasîneka Li Ser Metoda Vejandina Zimanan
Authors : Zana Şaybak
Pages : 1-21
Doi:10.55253/nubihar.2025.1646566
View : 156 | Download : 229
Publication Date : 2025-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Ji bo zimanên ku di bin xetereyê de ne ji aliyê hin zimannas, lêkolîner û sazîyan ve, metodeka vejandina zimanan hatîye avakirin. Problema vê xebatê ew e ku ev metod pir nasyar nîne û hewcehî bi danasîna wê heye ku ji bo zimanên di bin xetereyê de ne bibe rêberek. Ji ber vê hewcehî bi xebateka wiha hatîye dîtin. Armanca sereke ya vê xebatê danasîna bihurgilî ya metoda vejandina zimanan û binbeşên wî ye. Ev metod çî ye, ji bo çi ye, motîvasyon, îdeolojî helwest û plandsazîyên wê çi ne? Wekî sedema hebûna metoda vejandina zimanan, mirina zimanan çi ye? astên wê çi ne? Ev xebat bersiva van pirsan dide. Metoda vê xebatê veguhestin e, xebateka lîteratûrê ye. Di encama vê xebatê de tê dîtin ku vejandina zimanan wekî pêvajoyeke civakî û çandî tê dîtin, ku ji bo parastina nasnameya etnîkî û mîrata zimanî giring e. Ev metod dixwaze hişmendîyeke nû ya zimên belav bike ku ji bo domdarîya zimên bikêr e. Zêdebarîya ku ev metod li vê qadê dike ew e ku wekî metod behsa vejandina zimanan tê kirin ku herkes dikare bipejirîne û li gorî xwe pêk bîne. Dide zanîn ku vejandina zimanan tenê ji bo vejandina zimên nîne heman demê ji bo parastina çand û nasnameya civakê jî girîng e. Çareserîyên pêşvebirina zimanan tên bidestxistin. Kesên ku yan jî sazî, komele wd. ên ku dixwazin ji bo zimanê xwe zêdebarîyekê bikin dikarin ji metodê sûd werbigirin ku gav bi gav nîşan dide.Keywords : canlandırma, dillerin ölümü, yöntem, planlama, süreç
ORIGINAL ARTICLE URL
