- Nubihar Akademi
- Sayı: 23
- Nirxandina Çîroka Mîrza Mihemed û Keça Paşê Li Gor Rêbaza Binyadgerî ya Vladimir Propp
Nirxandina Çîroka Mîrza Mihemed û Keça Paşê Li Gor Rêbaza Binyadgerî ya Vladimir Propp
Authors : Kenan Bozkurt, Abdurrahim Güneş
Pages : 23-47
Doi:10.55253/2025.nubihar.1582027
View : 85 | Download : 40
Publication Date : 2025-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Çîrok, xezîneyên edebî yên devkî ne ku xeyal û pêkhateyên civakî yên mirovahiyê yên beriya îcadkirina nivîsandinê nîşan didin. Ev berhem; nirx, bawerî û dînamîkên hevpar ên civakan aşkera dikin ku di erdnîgarî û pêvajoyên dîrokî yên cuda da jiyane. Ji ber ku çîrok, hilgirê qodên çandî ne ku ziman, dîn û şêwaza jiyana civakan nîşan didin, xwedî gelek taybetmendiyên fonksiyonel in û ji ber vê taybetmendiya xwe jî heta roja me ya îro hebûna xwe domandiye. Di vê çerçoveyê da çîrok jî, weke berhemên din ên vegotinê yên devkî, hatin analîzkirin û bi rêbazên cûrbicûr hewl hatiye danîn ku werin famkirin. Yek ji van rêbazan jî rêbaza “Analîzkirina Binyadgeriya Çîrokan” ya ku ji aliyê folklornasê Rûs Vladîmîr Propp ve hatiye çêkirin e. Rêbaza Propp, ku wekî \\\"Rêbaza Morfolojîk\\\" jî tê zanîn, armanc dike ku fonksiyonên çîrokan diyar bike û zagonên sabît ên ku avahiya van çîrokan bi rê ve dibin destnîşan bike. Di vê lêkolînê da çîroka bi navê “Mîrza Mihemed û Keça Paşê” ku ji Mûnewwer Însel’a li gundê Badayê ya navçeya Misirc’a Sêrtê dijî hatiye qeyd kirin, bi rêbaza Propp hat lêkolînkirin. Herwiha di vê lêkolînê da qadên fonksiyonel ên ku Propp li ser çîrokan destnîşan kiriye jî hatine destnîşankirin. Di gotarê da pêşî li ser çîrokan û rêbaza Propp agahiyên giştî tên dayîn û paşê jî çîroka ku hatiye berhevkirin li gorî rêbaza Propp tê analîzkirin.Keywords : Masal, Mirza Mihemed, Propp, olağanüstü, motif.
ORIGINAL ARTICLE URL
