MÎTOLOJÎ Û TESEWİF: ÇEMŞÎD Û CAMÊ CEM Dİ DÎWANA MELAYÊ CİZÎRÎ DE
Authors : Shahab Vali, Cumhur Ölmez
Pages : 154-169
View : 93 | Download : 66
Publication Date : 2025-06-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Her wekî têkiliya xurt a edebiyatê û mîtolojiyê, têkiliyeke xurt a hêmanên mîtolojîk û bikaranîna wan a di metnên edebî de heye. Bi vî rengî, di zortirê metnên edebiyata cîhanî û yên edebiyata kurdî de, nemaze yên klasîk de hêmanên mîtolojîk bi gelek wate û temsîlan hatine bikaranîn û hêz û şiyaneke xurt dane hunerkariya metnê. Hinek ji wan hêmanan zêdetir wekî temsîlên edebî dimînin û hinek ji wan ji kirasê xwe yên edebî wêdetir, wateyên kûrtir li xwe dikin, dibin temsilên hizrî-îrfanî-tesewifî. Wekî padişahekî efsanewî Cemşîd û wekî amûreke cîhanbîn Camê Cem miqabilî vê temsîlê dikin û di berhemên edebî yên curbicur de cihekî berfireh digirin. Herwekî şairên mutesewif ên fars ên wekî Senayî, ‘Ettar, Mewlana û Hafiz, şairên kurd ên wekî Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî û gelek kesên din di wate û temsîlên cuda de behsa Cemşîd û Camê Cem kirine. Dîwana Melayê Cizîrî ku yek şakarên edebiyata kurdî ye, ji layê hewandina hêmanên edebî-mîtîk û tesewifî ve yek ji berhemên herî dewlemend e û Cemşîd û Camê Cem jî di vê berhemê de cihên xwe girtine. Em ê di vê gotara xwe de berê xwe bidin helbestên Melayê Cizîrî û lê binêrên ka wî di çarçoveyeke çawa ya edebî-tesewifî de ev her du hêman bi kar anîne. Beriya wê em ê hem li ser dêrînenasiya Cemşîd û Camê Cemê, hem jî li ser cihê wan ê di nêrîna tesewifî de bisekinin û layenên van her du temsîlan vebeyan bikin.Keywords : Melayê Cizîrî, Mîtolojî, Tesewif, Cemşîd, Camê Cem
ORIGINAL ARTICLE URL
