- Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
- Sayı: 39
- JI ALIYÊ TÊKILIYÊN NETEWPERWERÎ Û ÇÎNÎ VE ANALÎZKIRINA ROMANA PÊŞMERGE: XEBATEK SOSYOLOJIYA EDEBIYAT...
JI ALIYÊ TÊKILIYÊN NETEWPERWERÎ Û ÇÎNÎ VE ANALÎZKIRINA ROMANA PÊŞMERGE: XEBATEK SOSYOLOJIYA EDEBIYATÊ
Authors : Mehmet Şirin Filiz
Pages : 214-235
Doi:10.15182/diclesosbed.1599442
View : 178 | Download : 107
Publication Date : 2025-07-07
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev xebat di çarçoveya sosyolojiya edebiyatê de hewl dide romana Rehîmê Qazî Pêşmerge ku di sala 1960an de hatiye weşandin ji aliyê têkiliyên netewperweriyê û çînî ve analîz bike. Li gor sosyolojiya edebiyatê metneke edebî bêyî şertê mercên ku metn tê de ava bûye nikare were nirxandin. Lewra metn bixwe fenomeneke civakî ye. Ji ber vê yekê herçend di nav sosyolojiya edebiyatê de nêrînên cuda hebin jî tiştê hewpar ew e ku ji bo fêmkirina metnekê divê hem analîza navxweyî hem jî analîza derveyî ya metnê were kirin. Ji ber vê yekê ev xebat pêşî li ser têkiliyên di navbera netewperweriyê û têkoşîna çînî de disekine û hewl dide analîz bike ka gelo kîjan pêvajoyên dîrokî û civakî bûne sedem ku ev roman were nivîsandin. Paşê jî analîza navxweyî ya metnê dike û hewl dide têkiliyên netewperweriyê û yên çînî analîz bike ku di nav metnê de hene. Di encamê de hatiye dîtin ku di navbera gotara metnê û rastiyên civakî de ji hin aliyan ve lihevhatinek hebe jî ji ber şert û mercên serdemê û îdeolojiya nivîskar ji hin aliyan ve jî nakokî hene.Keywords : Mahabad Cumhuriyeti, Milliyetçilik, , Sınıf, Pêşmerge Romanı
ORIGINAL ARTICLE URL
