- Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
- Sayı: 40
- DI ŞI‘RA KLASÎK DA METAFORA KITABÊ Û RENGVEDANÊN WÊ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DA
DI ŞI‘RA KLASÎK DA METAFORA KITABÊ Û RENGVEDANÊN WÊ DI DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ DA
Authors : Ayhan Tek
Pages : 415-456
Doi:10.15182/diclesosbed.1696538
View : 163 | Download : 217
Publication Date : 2025-10-25
Article Type : Research Paper
Abstract :Di şi’ra Klasîk da kitab metafor û mezmûneke girîng e ku ji gelek aliyan ve ew hatiye bikaranîn. Ji çanda qedîm ya kitabsazîyê ji Çînê heta Misr û Yewnanan çanda kitabê di edebiyata Klasîk da jî cih girtiye û rengvedanên wê çandê têne dîtin. Ji ber ku ew çanda ku şi’ra klasîk li ser avabûye, aliyekê ve jî li ser bingehan metnan anko li ser nivîsê avabûye. Ji ber wê jî ji Qur’anê heta kitabên wek Erjenga Manî heta berhemên kanonîk yên edebî, dînî û ilmî di vê şi’rê da di nava gelek kontekstên cuda da hatine vegotin. Bi taybet ji ber ku bingeha wê edebiyatê li ser vegêrenake tesewwufî ava bûye, kitaba pîroz ya Islamiyêt Qur’an, berhemên tesewwûfî yên wekî Mesnewîya Mewlana, Dîwana Hafiz û berhemên li ser rêzimana Erebî û kitabên li ser felsefe û tibbê di vê çandê da têne dîtin. Di vê çarçoveyê da nûnereke edebiyata Klasîk ya Kurdî jî Melayê Cizîrî ye û di Dîwana wî de jî derbareyê mijara kitab û çanda kitabê gelek numûneyên balkêş hene ku mijara vê gotarê dê li ser analîz û vegêrana wan be.Keywords : Kitap, Kitap Kültürü, Klasik Şiir, Melayê Cizîrî, Kürt Edebiyatı
ORIGINAL ARTICLE URL
