- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:1 Issue:1
- HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ
HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ
Authors : Abdurrahman ADAK
Pages : 33-56
View : 13 | Download : 2
Publication Date : 2016-08-01
Article Type : Review Paper
Abstract :Heta niha xebatên ku li ser tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatine kirin, wek rêbaz bi piranî di çarçoveya diyardeya zeman û perspektîfa kronolojîk de mane. Lêbelê di tesbîtkirina tarîxa edebiyata klasîk de diyardeya mekan û perspektîfa herêmî jî rêbazên girîng in. Di edebiyata kurdî ya klasîk de herêma Bedlîsê ji bo perspektîfa herêmî nimûneyeke girîng e. Di serdema mîrektiyan de desthilatdariya mîrektiyên Bedlîs û Hîzanê û di serdema piştî mîrektiyan de jî hebûna medrese û tekyayên girîng, ji bo derketin û pêşketina edebiyata kurdî ya klasîk li herêma Bedlîsê faktorên herî girîng in. Di vê xebatê de 17 helbestvanên klasîk ên devera Bedlîsê hatine tesbîtkirin û ji aliyê serdem, koç, dever û mehsûlên edebî ve li ser wan helbestvanan nirxandineke giştî hatiye kirin.Keywords : perspektîfa herêmî, herêma Bedlîsê, helbestvanên Bedlîsê, serdem, koç, dever, mehsûlên edebî
ORIGINAL ARTICLE URL
