IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • The Journal of Mesopotamian Studies
  • Volume:2 Issue:1
  • Folklor û Afırandina Çanda Nivîskî

Folklor û Afırandina Çanda Nivîskî

Authors : Avdo KARATAŞ
Pages : 33-52
View : 13 | Download : 4
Publication Date : 2017-02-02
Article Type : Research Paper
Abstract :Civakên cîhanê dikarin wek civakê xwedî çandên devkî û yên nivîskî werin cudakirin. Ev herdu kategorî ne tenê di mijara çandê de alavên analîzê derdixin holê, lê li gora vê kategoriye, jiyan, ziman, wêje, têgihiştin, mejû, pevguhazî û hwd. yên herdu cureyên civakan jî dikarin werin analîzkirin û ji hev werin cudakirin. Dema ku mirov berê xwe dide civakinsert ignore into journalissuearticles values(ên); Kurdan, derdikevê holê ku bi piranî heta dawiya sedsala 20an bi gelemperî xwedî ziman û çanda dengî bûn. Ev rewş her diçe tê guhertin û Kurd xwe vedigerînin ser ziman û çanda nivîskî. Bi wî awayî wateya nivîs û tekstên nivîskî di nav civaka Kurd de zêdetir dibe; hafizeya Kurdan xwe ji hafizeya demkurtî vedigerîne hafizeya demdirej . Bi vê yekê jî pêkan dibe ku çand û zimanê Kurdî dijîtalîze bibe. Ev rewş ji bo civakên sivîl yên cîhanê ji mêj ve hatiye girtin, lê belê li cem Kurdan hê aktuel e û pêşketinên pir girîng di mijara nivîsê de derdikevin holê.  Di vê gotarê de ev mijar bir kurtasî di ber çavan re tê derbaskirin û tê angaştkirin ku xebat, lêkolîn, lêgerîn û berhevdanên folklorîk alîkariyek mezin di warê geşkirina çanda nivîskî de didin. Bi lêkolînên folklorê çanda devkî vedigere çanda nivîskî, hafizeye çandê ji dengî dibe nivîskî, çand û ziman tên arşîvkirin û bi runiştina çanda nivîskî civak ji bingehê ve tê guhertin. Wekî mirov cudatiyên çanda devkî û nivîskî dide berhev, derdikevê holê ku ne ya tê bikaranîn lê çanda hatî nivîsandin û dokumentekirin folklora gelekî ye.
Keywords : Çand, çanda devkî û nivîskî, folklor, hafize, kurdolojî, Culture, oral and written culture, folklore, memory, kurdish studies

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026