IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • The Journal of Mesopotamian Studies
  • Volume:2 Issue:2
  • Di Edebiyata Yarsanan de Kelamên Jinan: Mînaka Remzbar

Di Edebiyata Yarsanan de Kelamên Jinan: Mînaka Remzbar

Authors : Sevda ORAK REŞİTOĞLU
Pages : 71-87
View : 13 | Download : 3
Publication Date : 2017-08-21
Article Type : Research Paper
Abstract :Kurdên yarsan xwedî edebiyateke pir kûr û berfireh in û ev edebiyat parçeyeke girîng a edebiyata kurdî ye. Lê ev edebiyat ji ber çanda xwe ya veşartî di nav kurdan de pir nayê zanîn, ji ber vê, xebatên berfireh li ser nehatine kirin. Edebiyata pîroz a yarsanan di destpêkê de devkî bûye û wek kelam ango gotinên pîroz hatine gotin. Di edebiyata yarsanan de yên ku xwediyê kelam in ne tenê mêr in. Jin jî xwedî cihekî girîng in. Ev girîngî, wan ji jinên çandên din ên wek misilman vediqetîne. Ev taybetiya jinên yarsan ji baweriya wan pêk tê. Li gorî bawerî û kevneşopiya yarsanan her zindî piştî mirina xwe serdemeke din di bedena kesekî din de careke din tê dinyayê. Di vê baweriyê de zayend ne girîng e, lewre kesa/ê ku dimire wexta carek din tê dinyayê dikare bi zayendeke din bê. Ji ber vê jî jinên ku xwedî kelam in wek zayend dibe ku di jiyana xwe ya berê de wek mêr hatibin dinyayê. Wexta ku em bi vî çavî lê dinêrin em dibînin ku tu girîngiya zayendê tuneye li ba yarsanan, yanî jin û mêr wekhev hatine dîtin û jinan bi kelamên xwe dengek din li edebiyata yarsanan zêde kirine, her wiha bi vî awayî ev edebiyat dewlemendtir bûye.
Keywords : Yarsan, sacred literature, woman, kalām, dunadun

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026