IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • The Journal of Mesopotamian Studies
  • Volume:3 Issue:2
  • Ji Aliyê Binyatî ve Lêker û Lêkerên Veqetînbar di Zaravayê Kurmancî de

Ji Aliyê Binyatî ve Lêker û Lêkerên Veqetînbar di Zaravayê Kurmancî de

Authors : Zana FARQÎNÎ
Pages : 21-41
View : 20 | Download : 4
Publication Date : 2018-08-12
Article Type : Research Paper
Abstract :Rêziman wek hêman û stûneke girîng a zimanê nivîsînê ya zimanekî tê hesibandin û ji ber ku şayesandin û peyitandina rêzikên zimên jî li xwe digire, ew bi rola rêbera zimanekî radibe. Di gel vê yekê, gava bi çavekî hûrbînî li pirtûkên rêzimanên kurmancî tê nihartin, tê dîtin ku ne tenê di warê mijarên taybetmend de, her wisan di biwara hin mijaran de ku ew wek ên sereke tên pejirandin, zimannas û rêzimannas ne li hev in û di navbera wan de nêrînên cuda yên berbiçav xwe tafilê didin der. Mîna mijarên cureyên lêkeran û ji aliyê binyatî ve senifana lêkeran.   Di vê xebatê de li ser yazdeh rêzimanên zaravayê kurmancî tê rawestandin û bal li ser lêker, ji aliyê binyatî ve senifana cureyên lêkeran û lêkerên veqetînbar tê kêşan ku ev lêkerên hanê bi navên cuda wekî lêkerên hevedudanî, lêkerên biwêjî û lêkerên bidaçek hatine binavkirin. Li ser warên ku bûne mijara xebatê, ji nû ve senifanek der barê cureyên lêkeran ên ji aliyê binyatî de tê kirin û bi navê lêkerên veqetînbar jî cureyek lêker li wan tê zêdekirin ku bi awayekî serbixwe di tu rêzimanê de cih ji van re nehatiye veqetandin.
Keywords : Lêker, senifana lêkeran, lêkerên veqetînbar

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026