- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:4 Issue:2
- ÇAND Û ŞARISTANÎYA KURDÊN MERWANÎ DI TARÎXU MEYYAFARIQÎNÊ YA ÎBNU`l-EZREQ DA
ÇAND Û ŞARISTANÎYA KURDÊN MERWANÎ DI TARÎXU MEYYAFARIQÎNÊ YA ÎBNU`l-EZREQ DA
Authors : Ahmet SEYARİ
Pages : 269-289
Doi:10.35859/jms.2019.563498
View : 12 | Download : 3
Publication Date : 2019-08-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Îbnu\`l-Ezreq el-Fariqî di sedsala XII\`an da, di serdema Artûqîyan da, jîyaye û di dezgehên rêvebirîya dewletê da xebitîye. Fariqî di berhema xwe ya bi navê Tarîxu Meyyafariqînê da derheqê çand û şaristanîya kurdên Merwanî da gelek agahîyên girîng dane. Ev berhem di warê siyasî, sosyolojî, mîmarî, hiqûq û aborîyê da dikare gelek alîyên vê serdemê ronî bike û rê li ber xebatên nû veke. Di vê xebatê da agahîyên di warê çand û şaristanîya kurdên Merwanî, yên ku di Tarîxu Meyyafariqînê da derbas dibin, hatine tesbîtkirin û şîrovekirin. Di vê çarçoveyê de di warê rêvebirîya dewletê de taybetîya mîran û şewaza derketina wan a ser textê mîrîtîyê, taybetî û peywirên wezîr, walî û karê nivîsvanan, taybetîyên pergala hiqûqê û qazîyan û rê û rêbaza darizandinê hatiye vegotin. Derheqê artêşa kurdên Merwanî û çekên ku di vê artêşê da hatine bikaranîn da agahî hatine dayîn. Behsa kevneşopî û tore, bîr û bawerîyên di serdema kurdên Merwanî da hatiye kirin. Herwiha agahîyên derheqê avahîyên mîmarî yên ku li vê serdemê hatine çêkirin da û çalakîyên di warê aborî û bazirganîyê û weqfên alîkarîyê da hatine tesbîtkirin û şîrovekirin.Keywords : Kurdên Merwanî, Tarîxu Meyyafariqîn, Çand û şaristanî, Tarîxu Meyyafariqîn, Îbnu`l Ezreq el Fariqî
ORIGINAL ARTICLE URL
