IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • The Journal of Mesopotamian Studies
  • Volume:6 Issue:1
  • Ehmedê Xasî, Berhemên Wî û Kesayetîya Wî Edebî

Ehmedê Xasî, Berhemên Wî û Kesayetîya Wî Edebî

Authors : Ayhan YILDIZ
Pages : 81-96
Doi:10.35859/jms.2021.826060
View : 16 | Download : 8
Publication Date : 2021-03-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Alimê serdema Dewleta Osmanî Xasî, wekî ronakbîrekî Dîyarbekirê, bi edebîyat û îlmê Îslamî re meşxûl bûye. Digel tehsîla îlmên klasîk ên medreseyên serdema xwe, ew bi îlmê tesewwuf, fiqih, û kelamê re jî eleqedar bûye. Wî di biwarê kelam û edebîyatê de hem berhem dane hem jî li pêşberî rûdanên civakî-sîyasî reftar û helwesta xwe nîşan daye. Xasî wekî helwesteke bertekî, li hember rûdanên dewrê, dev ji wezîfeya xwe ya fermî berdaye û kesayetîyeke azad tercîh kirîye. Ji ber vê, rayedarên wê serdemê, tehde lê kirine, ew sirgûn û zindanî kirîye. Ew bi vê xweragirtinê gihaştîye asta muderristî, muftîtîyê, nivîskarîya îlmê kelamê û di qada tesewwufê de derketîye payeya xelîfetîyê. Wekî edîbekî kurmanc û dimbilîyan, wî mesnewîyeke Mewlidê, bi kirmancî/zazayî, mulemme‘eke pênczimanî û çend helbestên din bi kurmancî, erebî, tirkî û farisî hûnane. Digel van, wî çend berhemên îlmî-kelamî bi zimanê erebî hûnaye. Li hember bîr û boçûnên dijberî Ehlê Sunnetê, wekî alimekî Eş‘erî, wî bi berhemên xwe bi awayê çalak eqîdeya Îslamî parastîye. Şexsîyeteke wiha binavûdeng ku li herêma kurmanc û dimbilîyan bûye xwedan pile û payeyeke bala û kesayetîyeke wiha mezin û girîng, bi qenaeta me hîna jî bi awayê ku heq bike nehatîye naskirin. Me nîyet bi vê lêkolînê, hîn baştir danasîna wî ye. Heta nuha hin xebat û lêkolîn li ser Xasî hatine kirin; bes me xwest em çend alîyên wî yên cîyawaztir derxînin pêş û li ser binemal, jîyan, berhem, kesayetîya wî ya edebî û helwesta wî ya alimane lêkolîn bikin.
Keywords : Fıkıh, Xasî, Kelam, Edebiyat, Zazakî

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026