- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:6 Issue:1
- Dia di Edebîyat û Folklora Kurdan da -Mînak Herêma Hekarîyê-
Dia di Edebîyat û Folklora Kurdan da -Mînak Herêma Hekarîyê-
Authors : Nesim SÖNMEZ
Pages : 43-60
Doi:10.35859/jms.2021.865486
View : 50 | Download : 7
Publication Date : 2021-03-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Folklor, ji ber ku çanda maddî û manewî ya gelerî derdixîne pêşberî mirovan û nasnameya miletan dide ber çavê mirovan ji bo her miletî muhîm e. Mijarên folklorê gelek zêde ne û ev zanist, wan mijaran ji gelek alîyan va vedikolîne. Ji mijarên folklorê yek jî dia ye. Tê zanîn ku di dîroka mirovatîyê da dia hebûye û di nav edebiyata devkî da jî cihek girîng girtî ye. Di navbera mirovan da dema têkilîyek xweş tê danîn di bersivdayînê da hewcedarî bi gotinek xweş heye ku ji vê gotinê ra dia tê gotin. Di nava kurdan da edebiyata devkî gelek dewlemend e, ji wan dewlemendîyên vê edebîyatê yek jî dia ye. Di diroka kurdan da bi sedan sal e hevokên diayan têne gotin û ew hevok wek qalib cih girtine. Ew diayên ku di nav gel da têne gotin li gorî herêman jî xwedîyê hinek cudahîyan in. Em di vê gotarê da li ser diayan û bi taybetî jî li ser diayên ku li herêma Hekarîyê têne kirin disekinin û wan li gorî rê û rêbazên edebîyata gelerî dinirxînin. Dia, Hekarî, Edebîyata Devkî.Keywords : Dua, İnanç, Kültür, Hakkari, Sözlü Edebiyat
ORIGINAL ARTICLE URL
