- The Journal of Mesopotamian Studies
- Volume:6 Issue:2
- Îdeolojî û Partîzanî di Romanên Kurdî yên Sovyeta Berê da
Îdeolojî û Partîzanî di Romanên Kurdî yên Sovyeta Berê da
Authors : Betül ÇOBAN
Pages : 229-244
Doi:10.35859/jms.2021.872810
View : 9 | Download : 2
Publication Date : 2021-09-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Piştî Şoreşa Cotmehê ya 1917an, li Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê insert ignore into journalissuearticles values(YKSS); hikûmeta nû dest bi xebatên çandî dike û di 1934 an da Yekemîn Kongreya Yekitiya Nivîskaran dicive. Di vê kongreyê da realîzma sosyalîst bi awayekî fermî dibe nêrîna hûnerî ya dewletê. Nivîskarên Sovyetê bivênevê bi rêgeza vê nêrînê berhemên xwe diafirînin. Realîzma sosyalîst bi çend rêgezan rû dide û yek ji wan jî îdeolojî û partîzanî ye. Realîstên sosyalîst ên ku bi vê rêgezê derdikevin qada hunerê berhemên bitez dinivîsin û hunera xwe dikin bin emrê doktrînekê an jî îdeolojîyekê. Tespîtên xwe ji aliyê sosyalîzmê ve destnîşan dikin û bi awayekî zelal aliyekî îdealîze dikin û aliyekî jî reş dikin. Yekitiya Sovyetê rê li ber hemû miletan vedike ku ew bi zimanê xwe berheman biafirînin, çand û hunera xwe bi girêdayî şert û mercên Partiya Komunîst vejînin. Kurdên Sovyetê jî ji van derfetên Sovyetan sûd werdigirin û dest bi afirandina berheman dikin. Ev gotar di mînaka heft berheman da taybetmendiyên xeta giştî ya realîzma sosyalist vedikole û rengvedana wê ya îdeolojî û partîzanî ya li ser van berheman dide ber çavan di çarçoveya rêgeza vê teoriyê da. Ev dahûrîn rewşa romana kurdî ya Sovyetê dide ber çavan bê ka ew çiqas bi karîgeriya îdeolojiya Realîzma Sosyalîst hatine nivîsîn.Keywords : Sovyet Birliği, Sosyalist Realizm, Kürt Romanı, Sovyet Kürt Romanı, İdeoloji ve Partizanlık
ORIGINAL ARTICLE URL
