- Kurdiname
- Sayı: 12
- Pêwendîyên Şêxên Neqşîbendî û Serokeşîrên Kurdan: Ji Rikberîyê Ber Bi Hevkarîyê Ve
Pêwendîyên Şêxên Neqşîbendî û Serokeşîrên Kurdan: Ji Rikberîyê Ber Bi Hevkarîyê Ve
Authors : Mustafa Aslan
Pages : 67-86
Doi:10.55106/kurdiname.1657460
View : 29 | Download : 27
Publication Date : 2025-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Çavkanîyên li ber dest diyar dikin ku terîqeta neqşbendî berî sê sed salî ketiye xaka Kurdistanê. Lê bi taybetî piştî vegera Mewlana Xalid ji Hindê terîqet belav bûye û şêxên wê di nava civakê da wekî kesayetîyên karîzmatîk ên dînî cî girtin e. Bi gotinek din xelîfeyên ku jê îcaze ji Mewlana Xalid standin terîqet di nava gel da belav kirin û dan naskirin. Piranîya civakê piştgirî da vê terîqetê û ji her çîna civakî mirov bûne mirîdên şêxan. Vê belavbûnê di heman demê da tirs û xof xiste dilê serokeşîr û desthilatdarên din. Ev yek jî bû sedema rikberîya wan li hember şêxên kurd ên neqişbendî. Desthilatdarên herêmî digel şêxên qadirî cara pêşî rikberîya xwe li hember Mewlana Xalid nîşan da. Dema mirov li xebatên derbarê şêxên kurd neqişbendî da hatine kirin mêze dike xuya dibe ku piştî êwra rikberî û reqabetê, hevkarîyeka bi dom û dirêj bi taybetî di navbera şêxan û serokeşîran da pêk hatiye. Weha xuya dike ku desthilatdarên herêmî wekî serokeşîran têgihiştin ku digel dijderketina wan çalakîyên îrşadî yên şêx û xelîfeyên neqişbendî her ku diçe hêza wan di nav civakê da kêm dike û hezkirin û rêzgirtina civakê li hember şêxan geştir dike. Wate serokeşîran dît ku berjewendîyên wan ne di dijderketina şêxan da ye; lê di nêzîkbûn û hevkarîya bi wan ra de ye. Helbet di nav pêvajoyê da şêxan jî dît ku çiqas karibin van serokaşîran bikin heval û hevkarên xwe dê hêza wan li nav civakê zexmtir bibe. Di çarçoveya vê xebatê da bi sûdwergirtina ji çavkanîyên berdest, em li ser vê rikberî û hevkarîya şêxên kurd neqişbendî û serokeşîran rawestîyan. Bi rêya analîza serborîya şêxên wekî mînak Şêx Seydayê Norşînî, Şêx Ehmed Xiznawî û nevîyê wî Şêx Mihemed Xiznawî, û Şêx Reşîdê Menzîlê me hewl da vê rikberî hevkarîya şêxên neqişbendî û serokeşîran analîz bikin. Ev xebat ji sê beşan pêk tê. Di beşa yekem da me bi kurtasî derbarê paşxaneya dîrokî ya hatina terîqeta neqşbendî li xaka Kurdistanê da çend agahî dan. Di berdewamîya vê beşê da em li ser têkilîyên şêxên kurd neqişbendî digel desthilatdarîya dewletê rawestîyan. Bi rêya çend mînakan me xwest em destnîşan bikin bê şêxên neqişbendî digel dijderketina desthilatdarîya navendî wekî serokên xwedî hêz çawa di nava civakê da cî girtine. Di beşa duyem da bi heman rêbazê me derbarê serborîya şêxên navborî û çend şêxên din agahî dan û hewl da rave bikin bê çawa ev şêx di têkoşîna xwe ya terîqetî da bi ser ketine û navûdengê wan li nav gel belav bûye. Di berdewamîya vê beşê da prosesa cî girtina heman şêxan wekî serokên dînî, civakî û sîyasî di nava civakê da hate nirxandin. Di beşa sêyem da em bi taybetî li ser têkilîyên rikberî û hevkarî yên van şêxan digel serokeşîran rawestîyan û me sedemên vê rikberî û hevkarîyê nirxand. Di encamê da jî hate destnîşankirin ku digel her cure astengkirin ji alî desthilatdaran û tundîya li hember wan hatîye kirin, şêxên kurd ên neqişbendî her dem bi ser ketine û bûne serokên dînî yên karîzmatîk û xwedî rolek civakî û sîyasî di nava civakê da.Keywords : Mewlana Halit, Şeyh, Aşiret Liderleri, Nakşibendi Tarikatı, Kürdistan, İktidar