Wergera Mem û Zînê ya Mela Mehmûdê Bazidî Wekî Nimûneyeke Wergera Navzimanî
Authors : Sami Çeliktaş
Pages : 127-137
Doi:10.55106/kurdiname.1658717
View : 34 | Download : 17
Publication Date : 2025-04-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Mela Mehmûdê Bazidî di dîroka wêjeya Kurdî de pêşengekî wergerê ye û ji bilî wergerên ji zimanên wekî Erebî û Farsî, wî hin berhemên Kurdî jî wergerandine ku di çarçoveya lîteratura wergernasiyê de nimûneyên wergera navzimanî (intralingual translation) ne. Yek ji wan berhemên navborî jî mesnewiya Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî ye ku Mela Mehmûdê Bazidî ew berhema ku bi cureya mesnewiyê, bi kêşa erûzê û bi awayekî serwayî hatiye nivîsandin, bi awayekî çîrokî û bi şiklekî kurtkirî wekî pexşan wergerandiye. Wergera Bazidî ji ber guherînên cureyî û bi taybetiya xwe ya kurtkirî derfetên dahûrandina kompozîsyona tekstê, şêweya zimanî û hûrgiliyên naverokî dabîn dike. Di vê çarçoveyê de, xebata me li dor pênaseya wergera navzimanê û li gor rêbaza adaptasyonê wergera M. Mehmûdê Bazidî ji xwe re kir mijar û bi awayekî berawirdî di navbera her du tekstan de guherîn û hevtayiyên cureyî, zimanî û naverokî analîz kir. Di encama dahûrandinğn me de diyar bû ku Bazidî, ji ber tercîha xwe ya guhertina şêwaza edebî, berhema resen bi cureyeke din û bi guhertinên berbiçav ên zimanî raguhestiye. Di gel vê guhertina cureyê yî jî, Bazidî bi giştî naveroka berhemê rast neqil kiriye û ji bilî kêmkirina hûrgiliyan kakilê çîrokê li gor berhema resen veguhêstiye.Keywords : Diliçi çeviri, adaptasyon, Mem û Zîn, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûdê Bazidî.
ORIGINAL ARTICLE URL
