Şiroveya Munaqeşeya Rexneyî ya ` Henara Dawî ya Dinyayê `
Authors : Ebrahim Shadman
Pages : 166-181
Doi:10.55106/kurdiname.1777775
View : 47 | Download : 149
Publication Date : 2025-11-30
Article Type : Other Papers
Abstract :Romana kurdî ji destpêka xwe ve, rastî tevlihevî û kêşeyên siyasî û civakî hatiye. Cureya romanê ya wêjeyî ji ber şiyanên xwe yên wêjeyî û derbirîna nêrînên cida û cihêreng, bala nivîskarên kurd bi xwe ve kişandiye. Yek ji cureyên romanan, romana siyasî ye ku ji ber hin taybetîyên xwe yên cihêreng, ji cureyên din ên çîrokî cida ye. Ev cidahî di wêjeya kurdî de li gor beşên din ên çîrokên civakî, olî, femînîstî û hwd, ji ber taybetî û cihêrengîyên bingehîn û pêwendîyên xurt bi civakê û rûdanên siyasî û civakî zêdetir derdikeve ber çavan. Ji nava gelek şêwazên şirovekirina romanê, şêwaza şiroveya munaqeşeya rexneyî, ji yên din baştir li vê cureya romanê tê. Yek ji bibandortirîn rêbaz û şêwazên lêhûrbûna li ser vê cureya taybet a şiroveya romanê, rêbaza Faircloughî ye ku di lêhûrbûna deqê da bi şiklekî taybet li ser konteksta pozîsyonî û siyasî radiweste û di sê astên wesifandin, beyankirin û şirovekirinê de dinirxîne. Romana Henara Dawî ya Dinyayê, romaneke kurdî ya siyasî ye ku qala serhil-dana gelê kurd li hember hikûmeta Be\\\'s a Iraqê û damezirandina dewleta kurdî ya nîv-serbixwe bi pêşengîya partîyên wê herêmê yên siyasî dike. Şiroveya hûrgilîyên deqê di asta beyankirinê de, nîşan dide ku bûyerên siyasî yên wan serdeman û atmosfera tevlihev a salên 1975\\\'an, şerê navxweyî yên partîyên kurd û kambaxîyên piştî wê, her tim bûne sedema bin-ketin, bêhêvîtî û bindestîya gelî. Şiroveya rexneyî ya vê romanê, li ser bingeha temaya romanê bi xwe, rexnekirina tundî, siyaset û hêzê ye ku di çarçoveya mijara bingehîn a dijderketina li hember mêtîngerî û siyasetê de ye.Keywords : Anahtar Kelimeler: Kürt romanı, eleştirel söylem analizi, Dünyanın Son Narı, Bahtiyar Ali, büyülü gerçekçilik
ORIGINAL ARTICLE URL
