IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Mukaddime
  • Issue:Vuslat ve Firak Special Issue
  • Bêcih û Bêwar, Di Berhemên Fawaz Husên de Wuslat û Fîraq

Bêcih û Bêwar, Di Berhemên Fawaz Husên de Wuslat û Fîraq

Authors : Mehmet Şirin Filiz
Pages : 64-83
Doi:10.19059/mukaddime.1496756
View : 66 | Download : 74
Publication Date : 2024-10-25
Article Type : Research Paper
Abstract :Fîraq û wuslat ji demên kevnare heya serdema me gelek caran bûne mijara edebiyatê. Ev mijar wekî ji veqetîna tiştekî û bêrîkirina wî di edebiyatê de cih digrin. Ev tişt dikare bibe evîndar an jî welat. Di nav vê çarçoveyê de veqetîn û bêrîkirina welat jî cureyeke wuslat û fîraqê ye. Di vegeranên bi vî rengî de lehengek ji ber sedemên cuda mecbûr dimîne ku ji welatê xwe derkeve û paşê jî vedigere welatê xwe ango digihîje wuslatê. Ev mijar bêtir di edebiyata dîasporayê de têne dîtin. Di vê edebîyatê de ku wekî edebiyata penaberan jî tê dizanîn problemên penaberan ku ew li xeribiyê rûbirû mane û hesret û vegera welat mijarên sereke ne. Mijarên bi vî rengî di edebiyata kurdî ya dîasporayê de jî têne dîtin. Kurdên ku gihaştin Ewropayê li vir civakên dîasporîk ava kirin. Ji ber îmkanên vê derê hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliye çandî ve gelek tişt bi dest xisitin û derdorekî gîrîng ya nivîskarên dîasporayê li vir ava bû. Fawaz Husênê ku ev ji zêdetîrê çil salî ye li Parîsê dijî jî wekî nivîskarekî dîasporîk yek ji wan nivîskaran e ku herî zêde van mijaran di edebiyata xwe de bi kar aniye. Ji ber vê sedemê ev xebat dil dike ku destnîşan bike ka gelo di cîhana wî ya edebî de wuslat û fîraq çawa reng vedane. Di nav vê çarçoveyê de di vê xebatê de, kurteçîrok û romanên wî hatine analîzkirin. Di encamê de hatiye dîtin ku di navenda cihana wî ya edebî de bajarê Amûdê ku ew lê ji dayik bûye û bajarê Parîsê hene ku ew li wir di sirgûnê de dijî. Amûdê bajarê wî yê zarokatiyê û xewn û xeyalên nîvcomayî ye û Parîs jî bajarê biyanîbûn û melankoliyê ye. Karakterên wî jî di navbera van herdu bajaran de bê cih û bê war mane û bi wê hêviyê dijîn ku rojeke vegerin welatê xwe ango bigihijên wuslatê ve dijîn.
Keywords : Firak, Vuslat, Göç, Yabancılaşma, Melankoli

ORIGINAL ARTICLE URL
VIEW PAPER (PDF)

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2025