- Mukaddime
- Cilt: 16 Sayı: 1
- Şair, Dengbêj, Sazbend û Aşiq: Nêrînek li Termînolojiya Îcrakarên Edebiyata Kurdî ya Devkî...
Şair, Dengbêj, Sazbend û Aşiq: Nêrînek li Termînolojiya Îcrakarên Edebiyata Kurdî ya Devkî
Authors : Ömer Delikaya
Pages : 231-261
Doi:10.19059/mukaddime.1515868
View : 113 | Download : 106
Publication Date : 2025-05-27
Article Type : Research Paper
Abstract :Van salên dawî di edebiyata kurdî ya devkî de wekî cureyeke vegêranî ya pêşketî û pêşçav, dengbêj(î) bûye yek ji wan têgehan ku ji bo dînamîkên cihêreng ên vê hunera devkî tê ravekirin û şirovekirin. Di nav kurdan de û li derdorên akademîk, wekî peyveke etno-spesîfîk \\\"dengbêj\\\" ji her demê zêdetir xuya dibe û êdî bûye têgeheke şemsîye ji bo îcrakarên çanda devkî ku parek ji wan berê bi awayekî adetî xwe wekî \\\"dengbêj\\\" pênase nedikirin. Bi taybetî ji salên 1960î vir de, peyva “dengbêj” ku di nav çanda elektronîk de zêdetir belav bû û bi demê re cihê navên herêmî yên îcrakaran wergirt. Di çarçoveya vê xebatê de, pêkhateyên peyva dengbêj \\\"deng\\\", \\\"bêj” û \\\"dengbêj+î\\\", ji aliyê wate û peyvsaziya xwe ve di çarçoveya nîqaşên dawî de tê şirovekirin. Herwiha ev xebat destnîşan dike ku bikaranîn û serdestiya peyva “dengbêj” wekî navekî standart li ser hemû (xwe)binavkirinan, cihêrengiya navên herêmî yên îcrakaran piştguh dike û ev jî dibe sebeb ku xwe-binavkirinên cihêreng ên çandî û wateyên wan ên herêmî di xebatên vê qadê de bên îhmalkirin. Di çarçoveya nîqaşên akademîk ên li ser têgeha dengbêj(î), ev xebat navên cihêreng ên îcrakarên edebiyata kurdî ya devkî yên wekî “şair”, “sazbend”, “aşiq”, “kilamcî”, “begzade”, “mitirb” û hwd. şirove dike û berbelavî û taybetmendiyên wan ên herêmî nîqaş dike. Di vê pêwendê de, ev xebat bi nêrîneke navxweyî û bi daneyên ji qeydên deng ên îcrakaran û qeydên dîrokî, term û têgehên sereke yên edebiyata devkî yên herêma Berfirat û Serhedê ronî dike û wateyên pir-tebeqeyî nîqaş dike ku li van terman bar bûne.Keywords : Dengbêj(î), şair, Kürtçe, terminoloji, halk edebiyatı, kılam, sazbend
ORIGINAL ARTICLE URL
