Mînakeke Lawija Kurdî ya Suryanên Herêma Torê: Noḳûşo
Authors : Veysel Başçı
Pages : 137-177
Doi:10.55253/2025.nubihar.1802971
View : 324 | Download : 262
Publication Date : 2025-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Di vê xebatê de lawija ke kurdî (kurmancî) ya bi navê “noḳûşo” ku ji hêla suryanên herêma dîrokî ya Torî(yan) de -Tur Abidinê- tê xwandin, hatiye lêkolîn û ji xet û tîpên suryanî bo kurdî (kurmancî) hatiye latînîkirin. Lawij di zaravayê kurmancî de ji lêkera lêwandinê tê û her wiha weke navdêr jê re lawe yan lawejok ji tê gotin ku bi peyva zêmar re hevwate ye. Ev lawija navborî yanê noḳûşo, cara ewil ji alîyê Mor Îvanîsê Darayî, di sedsala 9an de weke duayekê bi suryaniya klasik hatiye nivîsandin. Û paşê, bi zaravayê “suraytê/toroyo” a suryanên herêma Torê hatiye veguheztin û ji bo zimanên li herêmê yên weke kurdî (kurmancî) û erebî jî hatiye wergerandin û bûye metneke gerşûnîyeke nivîskî. Di vê lawija noḳuşoyê de piştî veşartina mirîyan, bi dengekî bilind mirî tên gazîkirin, ji wan xatir tê xwestin û her wiha wesîyet û qavyetiya wan tê zimên. Giringiya tobe û roja qiyametê û lêpirsînê tê dîyarkirin û guneh tên îtîrafkirin. Ji bo mirî û saxan ji bo kesên ku beşdarî merasîma cenazeyê bûnê dua tê kirin û bexşandin tê xwestin. Di vê lêkolînê de, ev metna lawija ku bi tevahî ji deh rûpelan pêk hatiye, di çarçoveya ziman, morfolojî, folklor û bawerîyên dinî ve hatiye analîz, transkrîbe û latînîkirin. Ew mînaka lawijê hin xalên giring û gotinên resen bi xwe ve hilgirtîye ku têkilîyên çandî yên suryan û kurden herêma Torê nîşan dide.Keywords : Kürtçe, Süryanice, Gerşunî, Nokuşo, Ağıt
ORIGINAL ARTICLE URL
