ANALÎZA ÇÎROKA KÊZ XATÛNÊ JI ALÎYÊ TEORIYA PSÎKANALÎTÎK YA FREUD VE
Authors : Hikmettin Atlı, Abdulsamet Doğan
Pages : 360-372
Doi:10.26791/sarkiat.1737718
View : 113 | Download : 124
Publication Date : 2025-12-31
Article Type : Research Paper
Abstract :Ev gotar çîroka folklorîk a “Kêz Xatûn” di çarçoveya teoriya psîkanalîtîk a Sigmund Freud de şîrove dike. Gotar, li ser bingehên sereke yên teoriya Freud; derhişî, îd, ego, superego, geşedana psîkoseksuel, nihiçka jiyanê û mirinê û mekanîzmayên berevaniyê, çîrokê analîz dike. Wekî din gotar çîrokê di çarçoveya fikren Freud ên li ser şîn û melankoliye de jî dinirxîne. Kêz Xatûn wekî keçikek pir xweşik ku ji tenêtiyê aciz bûye û bi vê daxwazê ji bo dîtina hevserekî/mêrekî dest bi gerê dike tê nîşandan. Mêrên/Nêrên ku di vê lêgerînê derdikevin pêş wê ji bo avakirina zewaceke ewledar wê tetmîn nakin ji bilî Mişko. Mişko bi nêzîkatiyeke nerm û hesas têkiliyeke ewle temsîl dike. Ev zewaca ku demekî kin berdewam dike bi rengekî trajîk bi dawî dibe. Kêz Xatûn di nava dîzikê de dimire. Mişrag, misas û şiv ku di çîrokê de derbas dibin, wekî sembolên falîk; tirsa avê û dîzik wekî sembolên nihiçka mirinê û tirsên tepisandî tên şîrovekirin.)Bi vî awayî, gotar dîyar dike ku çîrokek folklorîk dikare wekî qadeke derhişiya derûnî, zayendî û civakî bê bikaranîn û em di vê gotarê de bi nêrîna Freud a psikanalîtîk vê yekê analîz dikin.Keywords : Kêz Hatun, Psikanalitik Teori, Freud, Sembolizm, Cinsellik
ORIGINAL ARTICLE URL
