IAD Index of Academic Documents
  • Home Page
  • About
    • About Izmir Academy Association
    • About IAD Index
    • IAD Team
    • IAD Logos and Links
    • Policies
    • Contact
  • Submit A Journal
  • Submit A Conference
  • Submit Paper/Book
    • Submit a Preprint
    • Submit a Book
  • Contact
  • Anemon Muş Alparslan Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi
  • Volume:12 Issue:3
  • Nû-varyanteke Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirî Kazoyê Garisya: Nirxandineke Pêwendî û Bernivîsandin...

Nû-varyanteke Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirî Kazoyê Garisya: Nirxandineke Pêwendî û Bernivîsandin

Authors : Ömer Delikaya
Pages : 1197-1226
Doi:10.18506/anemon.1543219
View : 174 | Download : 170
Publication Date : 2024-12-30
Article Type : Research Paper
Abstract :Di vê xebatê de nû-varyanteke destana Mem û Zînê ya Dengbêjê Elaşgirê Kazoyê Garisya û hevalê wî Dengbêj Dursin tê vekolîn ku di şeveke dawetê de ji bo cimaeteke mêvan û dengbêjan hatiye îcrakirin. Ev xebat, danûstandin, tevkariya cimaeta hazir û guhdar û reaksiyonên wan ên li ser qeyda deng a destanê paşguh nake û pêwenda çandî û rewşî ya performansa dengbêj(an) dinirxîne. Bi vî karî, ev xebat ji bernivîsandê wêdetir, lê dixebite bizane bê ka xwezaya dînamîk û paşxaneya çandî û civakî ya performansa dengbêj çawa tesîrê li vegêrana wî/wan dike. Di vê xebatê de bernivîsandina metna destanê jî cih digire ku heta îro di arşîvan de mabû. Xwe bi spartina modela Lauri Honko ya “tekstûalîzasyon”ê re, ev xebat pêvajoya dînamîk a performansê û rehendên çandî û civakî yên pêwendê jî digire ber çavan û armanc û niyetên ku di pêvajoya bernivîsandina ji materyala devkî ber bi forma nivîskî jî vedikole. Di heman demê de, di pêvajoya bernivîsandinê de, bala xwe dide li ser destwerdan û pratîkên (rê)zimanî yên ku ji bo afirandina “metneke kamil” (master text) derdikevin pêş bi taybetî di berhevkirin û bernivîsandina destanên kurdî de. Bi vê mebestê, balê dikişîne ser rê û rêkareke bi baldartir ji bo çareserkirina meseleyên tevlihev ên bernivîsandina performansên kurdî ku wekî kaset berî wextan hatine tomarkirin.
Keywords : Mem û Zîn, Kazoyê Garisya, Eleşkirt, Metinleştirme, Destan, Dengbêj

ORIGINAL ARTICLE URL

* There may have been changes in the journal, article,conference, book, preprint etc. informations. Therefore, it would be appropriate to follow the information on the official page of the source. The information here is shared for informational purposes. IAD is not responsible for incorrect or missing information.


Index of Academic Documents
İzmir Academy Association
CopyRight © 2023-2026