- Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
- Sayı: 40
- BANDORA ZÛGOTINOK Û MAMIKAN LI SER GEŞEDANA ZAROKAN
BANDORA ZÛGOTINOK Û MAMIKAN LI SER GEŞEDANA ZAROKAN
Authors : Hikmettin Atlı, Siyabend Aslan
Pages : 393-414
Doi:10.15182/diclesosbed.1696511
View : 306 | Download : 328
Publication Date : 2025-10-25
Article Type : Research Paper
Abstract :Zûgotinok û mamik di kevneşopiya devkî ya kurdan de xwedî cihekî giring in û di geşedana zarokan de roleke mezin dilîzin lê heya niha derbarê bandora wan a pedagojîk de kêm lêkolîn hatine kirin. Ev xebat bi rêbazeke zanistî û sîstematîk bandora zûgotinok û mamikan li ser geşedana zarokan dinirxîne. Vekolîn li ser çar qadên sereke disekine: geşedana zimanî, geşedana zihnî, geşedana civakî û geşedana hestî. Xebat ji çavkaniyên kurdî û tirkî yên akademîk sûd werdigire û wan bi awayekî berawirdî dinirxîne. Bidestxistiyên sereke nîşan didin ku zûgotinok bi rîtm û dubarebûna dengan di fêrbûna telafûzê de, mamik jî bi bikaranîna têgihên curbicur di dewlemendkirina xezîneya peyvan de bandoreke erênî dikin. Di warê zihnî de, mamik bi pirskirin û bersivdayîna xwe ya taybet, şiyana analîz û têkilîdanînê xurt dikin, zûgotinok jî bi rêya dubarekirinan hafize û jiberkirinê bi hêz dikin. Di warê civakî de, ev berhem bi rêya lîstik û pêşbaziyan dibin alîkar ku zarok hînî danûstandin û hevkariyê bibin. Her wiha zûgotinok û mamik di veguhastina nirxên çandî de jî dibin pira navbera nifşan.Keywords : Çocuk, gelişim, tekerleme, bilmece
ORIGINAL ARTICLE URL
